|
Di van
demên dawî de pêleke ne rewa li rû dide , bi
taybet rexneyên tûj li rola rewşebîran dibe di
çarçiva parastina nixên netewî de , her wekî ku
rewşenbîr ewin yên welat kirîn parçe û di ber
aloziya tevgera kurdî de berpirsiyarin !.
Di
serî de dive veqetandin di navbera xwendevan û
rewşenbîran de were kirin û ji nû li pîvanên
rexnedariyê temaşakin ka li ser kî dikare xwe bi
pîve û kî tawanbar bike , ji ber ku tevlîheviya
tê kirinê û ne naskirina rewşenbîr bi xwe wê kî
be nayê pirsîn , ji lew nêrînên ne rewa û
tundrewek dijîtiyê li rû dide , ji sedema ne
têgihiştin û ne naskirina kesayeta rewşenbîr ma
wê kî be ?
Tişta
diyarî çav ku civaka kurdî bi tevayî bi çavekî
li rewşenbîran temaşa dike , heme çi kesê
bawernameyek bi dest xwe ve îna ji wî re tê
gotin ku rewşenbîr e , eva jî şaşe , ji ber ku
mirovek normal jî dikare xwe bighîne wê asta
zanistiyê di karekî de bê bawername , her çendî
em bi giştî kesên mîna bizîşk û endiyaz û
parêzer ji xwere nimûne di pîvanê rewşenbîriyê
de dibînin , lê gelo ma ew ne bi karekî tenane
mijûl dibin û karekî rewa di jiyanê de di
domînin ? heger em wê bêjin ma kesên karekî bê
bawername ji xwere xebata rojane dikin ma ew ne
pisporin û serkeftîne di karê xwe de ?
Di vir
de ez nirxê zanistiyê danaxînim jêr , lê kesên
navdar bi taybet kesên dikarin qizincên deronî
ji xwere bînin ma dikarin bibin rewşenbîr ? vêca
emê çawa wan di nav refê rewşenbîran de bi
hejmêrin ?.
Rewşenbîr di hemû astan de hene çi di warê
civakî , zanistî , olî , felsefî , ekonomî û
…h,d.
Bê
guman mebesta me di rexnedariyê de tenê ji hêla
siyasî ve tê pîvan , lê pîvanên netewî ne di
hizr û bîran de ne .
Her
çendî tevgera me ya siysî rûmeta me ya netewî ye
, lê bila neyê ji bîr kirin ku bi qasî gazind û
rexne li rewşenbîran tê kirin , du qatî wê lom û
gazindên rewşenbîran bi taybet nivîskarên kurd
ji tevgera siyasî heye .
Cihê daxê ye
ku bêjim : ta niha ew kesên rexne li rewşenbîran
dikin , ka di çi astê de wan di hilsingînin ? di
bîr û baweriya min de ku ew gazind û rexne ne
ji dilekî pak tê kirin , ango wekî kesên
misilman dibêjin ku ew nifaqe tê kirin , ji
sedema qelsbûna karê siyasî tê , heger tevgera
kurdî di karê xwe de bi serketî baye û qizincên
siyasî bi dest xwe ve anîbane ? bê guman wê pûte
bi yek çîna civakî nehate kirin , vêca ji ber ku
kêm û kelez di xebata siyasî de ji hêla beşek
mezin ji tevgera kurdî tê dîtin û nola
mantlîteya paşverû herdem li sedemên nepenî
digere û binasê xwe tavêje ber baskî hinek kesên
din , ew kes jî wê rewşembîr bin !
Helbete rola
rewşenbîran di xebata siyasî de giringe , lê
nayê wê wateyê ku rewşenbîr bibin partîzan û xwe
bikin dîl ji hinek ramanên kesayetên bi pîvanên
partiyetî tenê mijûl dibin , heger hat û bi
girseyî hemî rewşenbîr tevlî xebata siyasî bûn ,
ma hingî wê tevgera parteyetî wan pesne bike ?
yan kesên tevlî beşên partiya alîgirê xwe tenê
bêne pesindan û vîto li ser hefkûfê ne alîgir be
? tişta diyarî çav ku rewşenbîrên siyasetvan di
xebata xwe de bi hişmendiyek dûrî nirxên
rewşenbîriyê dikoşin , ji lewra diyardeyên ne
rewa der dikevin û asta rewşenbîran da dixine
jêr yan jê wan azole dikin , evaya jî diyare ka
heta çi radeyê ramanê rojgarî yan tiyorek siyasî
di bizava siyasiya kurd de hatiye dîtin , bi
rastî jî piraniya miletê kurd bi tevgera kurdî
meriqiye û çêja welatperweriyê daketiye
pêpelûkên jêr , bi çi awayî mirov nikare bi
pejirîne , bi zimanekî din , di serdema niha de
em dibînin va gel li pêşiya tevgera xwe bi rêve
diçi û tevgerê bi dû xwe de dikşîne,serhildana
Qamişlo bersiva gotina mine , heger bi pirsiyarî
lêkolîn di encamê de bihate kirin wê avakirinek
nuh û pirojeyên baştir derkitibane holê .
Çima em ji
rewşenbîran re derfetên afirandina beşên
têkildar bi xebata netewî ve bi pêş ve nadin ?
ma karê netewî di cobarekî tenê re diherike ?
Xebata kom
bi kom li ser hev dibe hêza netewî û dikare rê
li pêşiya gelek arîşeyên xirab bi gire û
hişyariyê di nava civakê de bi afirîne .
Ez vê nêrînê
bi du çavan di nirxînim , wekî ji kevin de hatî
gotin :( hemî K..bi yek weşê najon )yek jê
rewşenbîrên netew parêz hene û rewşenbîrên
fêlbaz hene ji xwere li qizincên rojane digerin
û sûdeyên kesane jê werdigrin , bila ew ne di
kêşana me de bin . lê ma gelo heger bû û me
rewşenbîr vexwendin nava xebata siyasî , wê heta
çi radeyê cih ji wan re bête veqetandin , yan jê
wê heta çi qunaxê li wan bête bihîstin ?
Mirovê
rewşenbîr tu carî nikare xwe ji nirxên netewî
dûr bike û di bin baskan de xwe naveşêre û
kesayeta xwe winda nake , ew bi xwe wekî neynika
civaka kurd e heger xwe kişande wê radeya nayê
payin li kêmê bixîne , hingî êrîşa li hember wî
wê dijwartir be ji ber ku tê gotin : şaşiya her
kesî ne bi qasî hev tê nirxandin , kesê normal
şaşiya wî bi şaşiyekî tê jimartin û kesê
rewşenbîr şaşiya wî di deh şaşiyan tê jimartin ,
ma heger rewş bi vî rengî ye û bandora kesayetên
(xwendevan) li goşeyên ji bîr kirî bimîne , ma
tunebûna wî ji hebûna ketî ne baştire , helbete
em ne rikeberiyê ji hev re dikin lê tevlîhevya
di pîvanê de me dikşîne vê wateyê .
Em hemî di
wê baweriyê dene ku xêzên sor hene heger bêne
derbaskirin wê bivek û metirsînê ji axiftevan re
bîne , lê bi hêvî me ku bizava kesane ji layê
hinek rewşenbîran ve ya tê kirin bêne naskirin û
pûte bi wan bête dan hingî wê gazindên niha têne
kirin bê wate bimînin , em hemî dizanin şêweya
xebata siyasî di çi astî deye , xwezî karîba xwe
bighîne asta berhemdar ji bizava reşnivîs û
banghildêrên diltevez ji berhemên nivîskaran bi
taybet , keda hatî dayin ne bi saya tevgera
siyasî hatiye kirin , lê heger di bin pêstûriya
siyasî de xebat bikiran e wê qels û lewaz baye ,
di warê hunerî de jî bi vî rengî ye , huner li
ser destê kesên ne alîgir bi pêş ve çûye , dîsa
di şêwekarî û cûreyên din .
Di bawerya
min de ez wekî nivîskarekî kurd dikarim jana
çînek ber fereh ji nivîskar û dilhezê netewparêz
rave bikim , heger derfet bête dayin emê vê
mijarê bi berferhî lêkolîn bikin û wane jê
derxînin bila her kes karibe sûde jê wergire .
|